Di çavên wan de ewrên sor
Di dilê wan de awirên bêrû
Ev ne şîn e
Govendeka bi xwînê ve girêdayî
Ev çi agir e
Hemû darên wî
Canê zarokan e
Belav bû
Pireya dilê min
Ya ko
Bi peyv û tîpên evîne ve hatibû avakirin
Ey xem,
Tu, wendabûn
Tu, bêwarbûn
Ey xem,
Tu dê kengî bibî xewn!
Temmuz 2011 / Stenbol
Erol Mintaş
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder